Xelkê Diyarbekrê cinayetên Rejîma Siyonîst şermezar kirin
Cotmeh 08, 2024 12:37 Asia/Tehran
Di salvegera operasiyona Bahoza Eqsayê da Diyarbekir bû qada xwenîşandana piştgîriya ji xelkê Xezze û Libnanê û şermezarkiirna cinayetên Rejîma Siyonîst.
Bi dehan hezar kes ji xelkê Tirkiyê li bajarên curbicur ên wek Diyarbekrê ji bo piştgîriya ji Xezze û Libnanê û bona şermezarkiirna cinayetên Rejîma Siyonîst bi serêkêşiya Amerîkayê daketin kolanan û dijî Rejîma Siyonîst û Amerîkayê dirûşm qêriyan.
Xelkê Diyarbekrê bi xwenîşandan û kombûna di yek ji meydanên sereke yên vî bajarî daxwaza rawestandina cinayetên Rejîma siyonîst li Xezze û Libnanê kirin û beyeta xwe bi armancên Berxwedana Filistînî dubare kirin.