Îlon 20, 2024 19:53 Asia/Tehran
  • 88 hevkarên DAIŞ'ê  li Tirkiyê hatine girtin

Rayedarên Tirkiyê derbarê girtina 8 kesan di encama operasyona ewlehiyê ya li dijî kesên gumanbarê têkiliya bi koma terorîstî ya DAIŞê re agahî dan.

Elî Yêrlîkaya ,Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku li vî welatî 88 kes bi tawana endamtiya nav rêxistina terorîstî ya DAIŞê hatine girtin.Wezîrê navxwe yê Tirkiyê diyar kir: Girtina van gumanbaran di çarçoveya operasiyoneke hemahengkirî di navbera Îstixbarat û Rêxistina Rawestana li ber terorzmê li Dayireya Giştî ya Ewehiyê a vî welatî hatkirin.Wî got: Di vê operasiyonê ku 5 rojan li 23 parêzgehan li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê pêk hat, 88 gumanbar hatin girtin.Hêjayî gotinê ye ku girtina van endaman di çarçoveya êrişên hêzên ewlehiya Tirkiyê dijî endam û şaxên DAIŞê de pêk tê.