Îlon 17, 2024 17:15 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyeyê der barê 20 kesên ku ji bo Mûsadê sîxurî kirine îdianame hat amadekirin.

Sîstema dadwerîya Tirkiyê 20 kes bi tometa sîxuriyê bo Rejîma Siyonîst tawanbar kir û ji 19 heta 45 salan cezayê girtîgehê ji wan re xwest.

Serdozgeriya Stenbolê eşkere kir ku 16 kes ji van kesane ku hemû bi hevkariya bi Mûsad, rêxistina sîxûrî ya Rejîma Siyonîst re tên tawanbarkirin, niha di girtîgehê de ne û ji aliyê Mûsadê ve li dijî welatiyên biyanî yên ku li Tirkiyê dijîn, sîxurî kirine.

Li gorî îdianameya ku der heqê wan de hatiye dayîn, Mûsad bi rêya teblîxatên pêwîst ên li ser medyaya civakî û nermalavên şandina peyaman, bersûc bi kar anine. Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Serdozgeriya Stenbolê herwisa dibêje: tawanbaran zanyariyên nehênî ji wan navnîşan û wêneyên welatiyên filistînî û kesên ser bi Hemasê re kom kirine û bi efserên îstixbarata Îsraîlê re parve kirine.