Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan li Tirka da raporek belav kir
Îlon 06, 2024 19:28 Asia/Tehran
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku di 8 mehan de li vî welatî herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, rapora xwe ya li ser kuştina jinan a 8 mehên 2024an belav kir.Li gorî “Raporê ji 1ê Kanûna Paşînê heta 31ê Tebaxê herî kêm 280 jin li Tirka de ji aliyê mêran ve hatine kuştin.Di raporê de hatiye diyarkirin ku mirina 50 jinan jî li vê midehê de ki vî welatî de bi guman e.Ji wan jinan 153 jin bi çekê û 60 jî bi alavên birînê hatine kuştin.Li gorî rapora Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin, meha Tebaxê li Tirka de 33 jin hatine kuştin ku 24 ji wan kuştinên bi guman in.