Tebax 29, 2024 19:24 Asia/Tehran
  • Xwofirreke Tirkîyê li Kerkûkê hat jordaxistin

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku xwofirreke Tirkîyê li esmanê Kerkûkê bi balafirşikênê hat jordaxistin.

Cîgirê Serokê Hêza Berevaniya Asmanî li Bakurê Iraqê ragihand, xweofirreke Tirkîyê ku bêyî ferman derbasî esmanê Kerkûkê bibû, hat jordaxistin. 

Li gorî agahîyan parçeyeke wê xwofirrê li kolana Qudisê ya taxa Tishîn, yek li hewşa malekê û yek jî li taxeke din a Kerkûkê ket.

Cîgirê Serokê Hêza Berevaniya Asmanî li Bakurê Iraqê sertîp Ebdulselam Hemûdî li koma nûçegîhanan got, drona li Kerkûkê hatiye xistin ya Tirkîyê û ji cura Anka ye.

Wî da zanîn ku ew xwofirra ji aliyê Silêmaniyê ve derbasî asmanê Kerkûkê bûye û ji Hêza Berevaniya Asmanî ya Federal destûr wernegirtiye, lewma wan ew xistiye xwarê.

Heriwha diyar kir, di encama xistina dronê de karkerek birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Herwiha ziyan jî gihîştiye mala welatiyekî.

Heta niha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê derbarê xistina vê dronê de, ti daxuyaniyeke fermî nedaye.