Tebax 20, 2024 20:05 Asia/Tehran
  • li girtîgehên Tirka cih nemaye:  5 girtîgehên nû tên çêkirin

Li Tirkiyê bi tevahî 403 girtîgeh hene û ew jimara girtîgehan ji bo 295 hezar û 328 girtiyê hatine çêkirin.

Lê niha di van girtîgehan de 342 hezar û 526 kes hene.Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji bo çêkirina 5 girtîgehên din karên yasayî temam kirin û bi kompanyayan re peyman hatin îmzekirin.Girtîgehên nû dê li parêzgehên Sêrt, Dêrsim, Zonguldag, Kutahya û Gîresûnê bên çêkirin.Sala 2021`ê ji bo girtîgeha ku dê li Kutahyayê yê were çêkirin bi 17 milyon û 528 hezar lireyan peyman hatibû îmzekirin lê nehatibû temamkirin.Li Tirkiyê di sala 2002`an da 59 hezar û 429 girtî hebûn lê niha hejmara girtiyan 342 hezar û 526 kes e.