Tebax 18, 2024 21:34 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 222 kesên din bi hinceta  têkiliya bi PKKê re hatin girtin

Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê derbarê girtina 222 bergumanên operasyonên dijî PKK`ê li 36 parêzgehên curbidur ên Tirkiyê de agahî da.

Elî Yerlîkaya ragihand, di operasyona bi navê Gurz a 8`ê de ku li 36 parêzgehên Tirkiyê dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat lidarxistin, 222 berguman hatin girtin.Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê, di daxuyanîyekê da ragihand di rêze operasyonên Gurz 8`ê yên ku bi hevahengiya serokatiya giştî ya dayireya Ewlehiya Neteweyî û serokatiya Îstixbaratê û bi destê şaxên polêsên dijî terorê va cih hatin de 222 gumanbar li 36 parêzgehên curbicur yên Tirkiyê da, hatin girtin.Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê da zanîn ku, ev tometbar bi tawana endambûna li komeka çekdar û wekî kesên ku muhtemel e tevlî hêzên PKK`ê li navçeyên gundewarî bibin, hatine girtin.Herwiha hinek ji wan di dema buhurî de jî di nav xebatên vê rêxistinê de rol hebûne û bi rêya hesabên medyaya civakî ji bo vê rêxistinê teblîx kirine, çavkaniyên pereyî pêk anîne, wekî hevkar û qasidên vê rêxistinê û di pêkhateyên girêdayî vê rêxistinê li Ewropayê de çalak bûne.Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê hemû rojê bi hinceta tepeserkirina PKK`ê li navçeyên curbicur ên vî welatî hin mirov û kesayetiyên kurd digrin û dixin zindanan.