li Dêrsimê di encama agir de 150 donim zevî şewitî
Tebax 17, 2024 21:11 Asia/Tehran
Parêzgariya Dêrsimê ragihand di encama agir li vê dewerê de zerarên canî çênebûne lê 150 donim zevî şewitiye.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê, şeva borî ji ber têlên elektrîkê li hev ketine li navçeya Paxê agir bi hinek zeviyên navçê ketiye û midexale hatiye kirin.Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi 3 tîmên agirtemirandinê, 3 TOMA, 2 makîneyên kar û hejmarek hêzên leşkerî midexaleyî agir hatiye kirin.Parêzgariyê da zanîn li gorî lêkolîna destpêkê, 150 donim zevî şewitiye lê zerareke canî çênebûye.Hatiye ragihandin ku agir hatiye kontrolkirin.Li aliyê din, li 5 parêzgehên Tirkiyeyê jî agir bi daristanan ketiye û li gorî zanyariyên destpêkê di encam de zêdeyî 5 hezar hektar daristan û cihên niştecihbûnê şewitîne.