Erdogan: Terorkirina Henîye karekî rezîl bû
Tebax 05, 2024 20:12 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê terorkirina Serokê Polîtbîroya Tevgera Hemasê Ismayîl Henîye karekî rezîl bi destê Rejîma Sîyonîst zanî ku wîjdanên hişyar li cîhanê hejandîye.
Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê pêgirî kir: Rejîma Sîyonîst ne tenê bi gulle û bombeyan belkî bi birsîhî û tîhîştina gel çûye şerê dijî niştecihên Xezzeyê.
Serokomarê Tirkîyê bal kişand ser vîya ku civaka cîhanî himber tişta ku li Xezzeyê diqewime, sist e, got: Israyîl hela jî cinayetên xwe didomîne û filistînîyên bêguneh bi bombeyên qedexe qirr dike.
Erdogan herwiha got: Di rewşekê da ku raya giştî ya cîhanê li benda qebûlkirina agirbesê ji hêla Netanyahu va bû, wî di çarçova karekî rezîl da Ismayîl Henîye teror kir.