Tîrmeh 29, 2024 20:07 Asia/Tehran
  • Erbekan ber bi Erdogan: Ji bîr neke ku tu bi dengê me ser wê kursîyê rûniştî

Parlimanterekî Partîya Refaha Nû ji Erdogan rexne kir û ev yeka bû sedema devûjenîyê di navbera rêberê vê partîyê û Erdogan di medyayên Tirkîyê da.

Receb Teyyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê vê dawîyê bi tundî ji parlimanterekî Partîya Refaha Nû (YRP) rexne kir û got ku wî parlimanterî kêşeya rewanî heye. 

Fatih Erbekan Serokê Partîya Refaha Nû jî di bersiva Erdogan da anî bîrê ku wî bi saya dengên hema vê partîya piçûk karîye careka din ser kursîya serokomartîyê rûnê.

Mesele ji wir va dest pê bû ku Dogan Bekîn parlimanterê Partîya Refaha Nû çend rojan berî nika ji Erdogan xwest ku ji bo çareserkirina meseleya Filistînê, Mehmûd Ebbas Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê gazî bike, Erdogan gotîye ku wî gazî kir, lê Mehmûd Ebbas qebûl nekir.

Erdogan di bersiva vê daxwazê da jî got: Kesekî bê- edeb ji Partîya Refaha Nû hatîye û xwestîye ku Mehmûd Ebbas were li meclisa me xeber bide, Ew meriva kî ye? Tu dibê qey pirsgirêka wî ya rewanî jî heye.

Fatih Erbekan Serokê partîya Refaha Nû jî wek berteka hibmerî vê gotina Erdogan jê xwestîye ku edebê berçav bigire.

Şayanî gotinê ye ku Erdogan çend rojan berî nika sîlleyek li zarokekî xist ji ber ku destî wî maç nekir, ev yek pêrgî rexneyên tund û giran bû.

Serepeyv