Tîrmeh 25, 2024 21:10 Asia/Tehran
  • Pevçûna di navbera parlimanterên  AKP û Dem Partiyê

Hejmarek ji parlimanterên AKP`ê li Meclisê, Elî bozan, parlimanterê Dem Partiyê dan ber mist û peînan.

Li gorî rapora medyayên Tirkiyê, duh Çarşemiyê, Elî Bozan, parlimanterê Dem Partiyê, li axiftina xwe ya li Meclisê, sextekariyên aborî ku ji aliyê AKP`ê ve cih hatine, rexne kir û ev partiya bi gendeliyê tawanbar kir. Ev axiftina bû sedem ev ji aliyê hinek ji parlimanterên AKP`ê ve were lêdan.Bozan bi rexneya ji sextekarî û gendeliyên ku ji aliyê AKP`ê ve cih hatine, got: Mijara me xerac e. Xeracên ku ne tenê hûn li ser xelkê belengaz belke li ser karker û malnişînan disepînin, nika bi îzna rêxistina Amarê ya AKP`ê, bi awayeka rêkûpêk û berdewam ev pere ji berîka xelkê tê dizîn û AKP berdewam di halê diziya ji berîka xelkê ye.Gotinên Bozan rastî berteka tund a parliamnterên AKP`ê ve hatin û evan Bozan ji tirîbûnê anîn xwarê û pêşiya dewama axiftina wî girtin. Piştî wê Adil Kara, parlimanterê AKP`ê ew da ber mist û peînan û piştî wê bû ku parlimanterên din jî hatin pişta wî.

Serepeyv