Qanûndanerên amerîkî: Bila Biden bo bidawîanîna binpêkirina mafên merivan zorê bide Tirkîyê
142 parlimanterên Kongira Amerîkayê ji serokomarê vî welatî xwestine ku ji bo bidawîhanîna binpêkirina sîstematîk a mafên merivan zorê bide ser Tirkîyê.
142 parlimanterên Kongira Amerîkayê ji serokomarê vî welatî xwestine ku li rex civîna bê ya NATOyê, di hevdîtina tev Receb Teyîb Erdogan da, mijara binpêkirina sîstematîk a mafên merivan a li Tirkîyê hilêxe û vê mjarê bi awayekî ciddî bişopîne.Wan 142 parlimanterên Kongira Amerîkayê pêgirî kirine ku hikûmeta Tirkîyê di serederîya hibmerî neyaran da mafên merivan bi awayekî berfire binpê kirîye û hêzên emnî û polîs ên vî welatî neyar işkence kirine û kutane.Tirkîyê di van salên dawî da serederîyên zef tund û giran hibmerî neyaran nemaze hibmerî sîyasetvanên neyar ên vî welatî kirîye. Bi hezaran kees ji sîyasetvan, parêzer, parlimanter, rojnamevan û çalakên medenî yên kurd li Tirkîyê di zîndanan da hepsî ne. Hin girtîyên fenafî Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê HDP, tevî hikm û biryara Dadgeha Mafên Merivan a Ewrûpayê derheq pêwîstîya azadkirina wî, hela jî girtî û hepsî ne.