Hezîran 26, 2024 20:02 Asia/Tehran

Serokomarê Tirkîyê pêgirî kir ku li himber gefên Rejîma Sîyonîst, Enqere li rex Libnanê ye.

Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê got: Israyîla ku agir berda Xezzeyê û ew dera wêran kir, nika çav berdaye Libnanê û em dibînin ku welatên rojavayî li pişt perdê pişta Israyîlê digirin.

Erdogan herwiha got: Eva gellek babeteek bixof e welatên ku basa azadî, mafên merivan û dadperwerîyê dikin, êxsîrê dînekî fenanî Netanyahu bin. 

Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Planên Netanyahu ji bo berfirekirina şêrr li navçeyê dê bibin sedema karesateke mezin. Divê cîhana islamê û welatên Rojhilata Navînê himberî van planên xwînavîn bertekê nîşan bidin. Em l irex Libnanê ne û welatên herêmê jî bang dikin ku li rex Libnanê bisekinin.

Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Ev gellek bitaluke ye ku welatên dew û doza azadî, mafên merivan û dadperwerîyê dikin, koleyê nexweşekî derûnî nola Benyamîn Netanyahu bin. 

Serepeyv