Hezîran 25, 2024 21:22 Asia/Tehran
  • Derketina derveyî welêt a 9 şaredarên DEM  Partiyê hat qedexekirin

Rêveberiya Ewlehiyê ya Tirkiyê derketina derveyî welêt a 9 hevserokên şaredariyên DEM Partiyê qedexe kir.

7 ji wan hevserokên şaredariyên Amed û navçeyên wê ne, yek yê Mêrdînê û yek jî yê Mêrsînê ye. 5 hevserok mêr û 4 hevserok jî jin in. Hevserokên navçeyên Pîran, Peyase, Erxenî, Rezan, Çinar û Farqîn ên Amedê û hevsrokên navçeya Artuklu ya Farqînê û Akdenîz a Mersînê û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand, tevî nebûna biryara dadgehê tedbîr danîne ser pasaporta 9 hevserokên şaredarên wan.Biryara Rêveberiya Ewlehiyê ya ku bi hînceta “ewlehiya giştî” hatiye wergirtin bi rêya parêzgariyan ji hevserokên şaredariyan re hatiye ragihandin.

Serepeyv