Hezîran 22, 2024 16:25 Asia/Tehran
  • Hejmara kesên di encama şewata li Amedê de mirin gihişt 14 kesan

Ji ber şewata li gundewarên Amedê de 14 welatiyan canê xwe ji dest dan.

 

Di navbera bajarokên Xana Axpar (Çinar) a Amedê û bajarê Şemrûxê ya Mêrdînê de şewat derket û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke zêde welatî jî birîndar bûn.

Şewata ku ji ber şirûska têlên elektrîkê ya li gundê Tobiniyê derketibû, li gundên Tezne, Hatdêrîn, Reşan, Dêrê, Kelke, Herbere û Bexcay belav bû û heta bendava Goksuyê jê berfireh bû .hejmara kesên di şewatê de canê xwe ji dest dan, rabû 14 kesan.

 JI ber ku helîkopterên asziyên dewletî bo vemirandina êgir man derengiyê, gel ji bo vemirandina agir ketin tevgerê  û di heman demê de siyasetmedarên kurd, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayandir û hejmarek parlamenter û şaredarên wê partiyê jî çûn cihê bûyerê, lê nûçeyên ji çavkaniyan herêmî  hat weşandin nîşan didin ku ku hêzên leşkerî rêyên ku diçin herêmê girtine û nahêlin xelk ji bo vemirandina agir biçin herêmê.

Serepeyv