Tirkiyê îsal zêdetirî 800 caran bakurê Iraqê daye ber êrişan
Hezîran 19, 2024 21:01 Asia/Tehran
Rêxistina Navdewletî ya Aşûriyan di rapora xwe ya bi navê Îsal zêdetirî 800 caran Bakurê Iraqê bûye armanca êrişên Tirkiyê, ragihand ku ji destpêka îsal heta Hezîrana 2024an, artêşa Tirkiyê 833 êriş û bombebaran ser axa Herêma Kurdistanê pêk anîne. Li Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku di encama van êrişan de 8 kesên sivîl hatine kuştin.