Hezîran 16, 2024 21:20 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xelkê Tirkiyê dijî Rejîma Îsraîlê piştî xwendina nimêja Cejna Qurbanê

Li bajarên curbicur ên Tirkiyê, îro piştî nimêja Cejna Qurbanê, wek gelek ji welatên misilman, xwenîşandanên dijî Rejîma Siyonîst hatin lidarxistin

Xwenîşanderan jînûsayda xelkê mezlûm ê Xezzê ji aliyê artêşa Rejîam Siyonîst ve şermezar kirin û bona piştgîriya ji xelkê Filistînê û dijî Rejîma Siyonîst û piştgirên vê rejîmê dirûşm qêriyan.

Herwiha xelkê Urdinê jî piştî xwendina nimêja Cejna Qurbanê bona piştgîriya xelkê Filistînê û şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Zîvala Xezzê, xwenîşandan li dar xistin. Xelkê Urdinê li Emana paytexta vî welatî jî piştî nimêja Cejna Qurbanê, daketin kolanan û bi kombûna li nêzîkî balyozxaneya Rejîma Siyonîst li vî bajarî ji bilî şermezarkirina cinayetên Rejîma Îsraîlê dijî xelkê Xezzê, hin dirûşm dijî vê rejîmê û piştgîriya ji Mizgevta Eqsayê qêriyan