Erdogan: Dema wê ye ku Netaniyahûya hov were sekinandin
Serokomarê Tirkiyê amajeyî helwêsta erênî ya Hemasê li hember pêşniyara Baydên li ser agirbesa li Xezzê kir û got: Bersiva Netaniyahû jî rijandina dubare ya xwînê û girankirina dagirkirî û jînûsaydê bû. Netaniyahû navçe û dinyayê ber bi karesateka mezin ve kaş kiriye û divê ev hovîtî were sekinandin.
Receb teyîb erdogan li ser rewşa Xezzê got: Li Xezzê eva 8 meh in ku jînûsayd berdewam e. Xelkê Filistînê 76 sal in goriyê zilmê ne û mafên wan qonax bi qonax tên dagîrkirin.
Wî amajeyî vê yekê kir ku Tirkiye di 76 salên buhurî da hertim di her ast û cîgehekê da da li hember vê zilmê nerazîbûn nîşan daye û got: Ti zext, gef yan rûsortiyek nikare vê siyasetê biguherîne. Em bi başî dizanin ku birayên me yên filistînî çawan bi dijwarî û bi awayeka wek qaremanan di halê têkoşînê da ne. Birayên me yên filistînî li Xezzê berevaniya nirxên mirovî dikin.
Erdogan amajeyî vê yekê kir ku alîkariyên ku bo Xezzê tên şandin wê berdewam bin û herwiha got: Em zextên aborî yên ser Îsraîlê ji çend hêlan ve dinirxînin. Hejmara welatên ku Filistînê bi fermî nas kirine gihîştiye 147 welatan. Eva bersiveka bişeref li siyasetên zalimane yên Îsraîlê ye.