Nîsan 01, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Dîplomasiya durûtiyê ya Erdogan sedema sereke ya işkesta wî û partiya wî di hilbijartinên şaredariyan de ye

Hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê bi serketina berbiçav a dijberên Partiya desthilatdar a Dad û Geşepêdanê bi dawî hat û karzanên siyasî vê işkestê encama dîplomasiya bi durûtî ya Erdogan dizanin.

Receb Teyib Erdogan, Serokomarê Tirkiyê piştî ragehandina encamên hilbijartinên şaredariyan, di nav koma partiya Dad û Geşepêdanê hewil da bi dayîna dildariyanmorelê bide endamên partiya desthilatdar.

Ji ber ku tevî hemû hewldanên Partiya Dad û Geşepêdanê û heta endamên kabîneyê, hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê bi serketina Partiya Komarîxwaz a Gel li bajarên girîng ên vî welatî ji wan Enqere, Stenbol, Îzmîr, Hatay,  Bûrsa, Antalya û Edenê  bi dawî hat.

Xala girîng a vê hilbijartinê ev e ku Partiya Komarîxwaz a Gel  bi bidestxistina sedî 37'ê dengên şaredariyan  ji  partiya desthilatdar a ku sedî 36'ê dengan bi dest xist, pêş ket û cara yekemîn  piştî 50 salam bû partiya pêşeng a Tirkiyê. 

Erdogan serokomarê Tirkiyê ye,  işkesta xwe ji hevrikên xwe qebûl kir û tekez kir ku peyama gel ji sindûqan wergirtiye û dê encamên hilbijartinan bi dîqet hilkole. 

Çavdêr li ser vê bawerê ne ku têkçûna Partiya Dad û Geşepêdanê di van hilbijartinan de du sedemên sereke hene; Yek bi şûndemayîna aborî û ya din jî xemsariya li himber mijara Xezeyê ye. 

Dewleta Erdogan tevî piştgiriya ku dide gelê Filistînê û zîvala Xezeyê,  hewl da ku têkiliyên xwe bi rejîma Îsraîlê re bi taybetî di warê bazirganiyê de tesbît bike. 

 Hinardekirina ardûya gemî û balafiran ji Tirkiyê bo vê rejîma zarokkuj  ku ji sala 2016an ve her ku çûye zêdetir bûye, nîşaneya wê yekê ye ku Enqere bi parastina têkiliyên bi aliyên şerê Xezeyê re, dixwaze xwe  wek navbeynkarê  aşitiyê nîşan bide heta piştevanê Filistînê.

Encamên vê hilbijartinê ji çend aliyan ve balkêş e.

Yekem ew e ku asoya hilbijartinên serokomariya sala 2028an ronahî dike û ev mijar ewqas giring e ku Erdogan ragihand ku emê hewl bidin şaştiyên xwe bicebirînin.

Duyem, Erdogan nekarî kursiyên herêmî bi taybetî li Stenbol û Enqerê ji dijberên xwe bistîne û di vê rewşê de piştgirînekirina gel ji AKP li bajarên girîng yanî Stenbol û Enqerê di hilbijartinên şaredariyan de işksteke stratejîk û  rûmetê  bo AKP tê hesabê. 

 

Serepeyv