Adar 02, 2024 15:45 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 146 sextekarên saybêrî hatingirtin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Elî Yêrlî Kaya, ragihand ku li vî welatî 146 tawanbarên sextekariya aborî hatine girtin.

 

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ev kom piştî şeş mehan  şopandin û çavdêriya nepenî li 20 parêzgehan hatiye keşfkirin û têkbirin.

Li gorî gotina Yêrli Kaya, endamên vê komê bi dehan  Eplîkêyşêna ji wan Mêta Trader 4, Meta Trader 5. û Vakıf Capitalê bi rêya bazirganiya  pere di nav torên civakî  dest bi kumdanîn û sextekarî û şûştina pereyan kirine.Li gora vê raporê, gerra pereyên ya vê komê di kenalên bankî de gihîştiye nêzîkî 1 milyar lîreyan û  300 milyon lîre ji darayiyên endamên vê komê hatiye zewtkirin.

Serepeyv