Li Tirkiyê malnîşin ji halê xwe nerazî ne
Tevî ku di nava salekê de li Tirkiyê de mûçeyê karmendan bi qasî ji sedî 49,25 û ya karkeran jî bi qasî ji sedî 37,57 hat zêdekirin jî ji ber enflasyona bilind malnişîn bi gazinc in.
Bi milyonan malnişîn li Tirka de di bin zexta qeyrana aborî de hewl didin debara xwe bikin. Piraniya wan piştî ku malnişîn dibin neçar dibin di karekî nû de bixebitin.
Sendîka û saziyên pêwendîdar li vî welatî dixwestin ku mûçe li gorî rêjeya xizaniyê bê hesabkirin lê hesabê wan û desthilatê li hev nehat.
Xanenişîn û Rêvebirê Sendîkaya Malnişînan Yavûz Kaya got:
Berê em li gelek cihên Tirkiyê digeriyan lê niha bi ti awayî ne mimkûn e. Dev ji gerê berde em nikarin herin gundê xwe yê ku em lê mezin bûne û bîranînên me lê derbas bûne.Em ji xwe kêm dikin, ji cilûbergan kêm dikin. Binêrin ew cil min di sala 2010ê de kirîn ez hîn wan li xwe dikim.Li gorî TUIKê rêjeya enflasyonê li Tirka de gihîştiye ji sedî 64. Kirêya xaniyan ji 15 hezar lîreyan dest pê dike debara malnişînan ne pêkan e.