Çile 06, 2024 10:53 Asia/Tehran
  • Desteserkirina berfireh a sîxorên Mossadê li Tirkiyê

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi girtina sîxurên Rejîma Siyonîst li vî welatî derbeyek giran li Mosadê xistin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 34 sîxurên Mosadê di halekî de girtin ku ew welatiyênTirkiye, Iraq, Sûriye, Lubnan û Filistînê bûn û piraniya wan bi rûvekeke îslamî çalakî dikirin û di berdêla wergirtina destûra kiîna milkê karîbûn  îqameya vî welatî bistînin. 

Kesên hanê ku armanca wan revandina mirovan û komkirina agahiyan bû, di êrişa polîsê Tirkiyê ser 57 cihan li  8 parzêgehên vî welatî hatin girtin.

Wezîrê karên Navxwe yê Tirkiyê destnîşan kir ku gumanbarên sîxoriyêji  filistîniyên li Tirkiyê bûn û bi rêya torên civakî bi rayedarên siyonîst re di nava têkiliyê de bûn.Çavkaniyên Tirkiyê ragihandin ku di dema girtina van kesana de nêzîkî 150 hezar euro û çekeke gerim nehatiye tomarkirin û agahiyên dîjîtal jî hatine bidestxistin.

Serepeyv