Çile 01, 2024 09:09 Asia/Tehran
  • Tê gotin îsal her meh nêzî 250 doktor ji Tirkiyê derketine

Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê eşkere kir ku di 8 mehên pêşî yên 2023an de bi temamî hezar û 964 doktorî jji bo ji vî welatî derkevin,"Belgeya Rewşa Baş" girtiye.

Van salên dawî ji ber rewşa ne baş, ji ber nediyarî, ji ber xirecirê û ji ber aboriyê gelek kes ji Tirkiyê ber bi Ewropayê, ber bi welatên din ve dikevin rê. Gelek ji wan jî xwedî pîşeyan in. Û niha di vî warî de saziya doktoran TTB'ê îstatîstîkek balkêş belav kir.

Vê yekitiyê bi ser hesabê xwe yê tora civakî Twitterê re got ku di meha gelawêjê 315 kesî ev belge girtiye ku yekem car e di mehek de ew qas kes vê belgeyê digirin û hejmara 300'î derbas dikin.

her wiha hat ragihandin "Li hemberî feqîriya ku bi destê desthilatdarî tê zêdetirin, li hemberî bêhêvîbûn û şîdeta ku bilind dikin, ji bo mafên xwe carek din dem dema em gotina 'Ked a me ye, gotin jî a me ye' bilind bikin e."

 

Serepeyv