Çile 01, 2024 08:48 Asia/Tehran
  • Li Mezopamyaya jorîn 181 hezar hektar erd dibe bejî

Malik Ozkan ,Serokê Odeya cotkariyê yê Mêrdînê ragihand ku li Mezopamyaya jorîn 181 hezar hektar erd dibe bejî.

Ozkan da zanîn ku li Mezopotamyaya jorîn 181 hezar hektar erd ku wekî embara zad a herêmê tê hesibandin bi talûkeya bejîbûnê re rû bi rû ye.

Malik Ozkan diyar kir ku li Mêrdînê bi têra xwe şilî pêknehatiye ji ber vê yekê cotkar di nav tirsa bejîbûnê de ne.

Serokê Odeya cotkariyê yê Mêrdînê diyar kir ku ger şilî nebare dê pirsgirêka ceh, nîst û genim derê û ji niha de sedî 60 di zerarê de ne.

Her wiha Ozkan xwest ku piştgiriya gubre û mazot a ji bo cotkaran bê kirin û wiha domand: "Cotkarên me ketine wî halî ku nikarin deynên xwe yên ji bo bankeyan bidin. Em li bendê ne ku deynên wan ên ji bo salekê bêne betalkirin yan jî ji bo demeke dirêj bi paş ve bêne avêtin."

Serepeyv