Kanûn 17, 2023 18:15 Asia/Tehran
  • Rapora salane ya Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê derbarê kuştina endamên PKK'yê

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê di rapora xwe ya salane da qala kuştina derdora 2100 endamên PKK û FETO'yê kir.

Di halekî da ku kêmtir ji hefteyekê heta dawiya sala 2023an maye, Yaşar Guller Wezîrê Berevanîyê yê Tirkiyê roja Şemiyê ragihand ku ji destpêka sala 2023an va di operasyonên hêzên çekdar ên vî welatî da 2084 "terorîst" ji endamên PKK û FETO'yê hatine kuştin. Guller got: Ji destpêka îsal va rê li ber hatûçûna neqanûnî ya 199 hezar û 898 kesan ji sînorên welêt hatiye girtin û 13 hezar û 156 koçber û 590 terorîst jî hatine desteserkirin.

 

Di halekî da ku Tirkiyê bi caran bi behaneyên cûrbicûr hakimiyeta du welaên cînar yanî Sûriye û Iraqê binpê kiriye û ji ber êrîşên Tirkiyê welatiyên van du elatan bûne qurbanî, lê hîn jî Tirkiye van êrîşan didomîne; ev di rewşekê da ye ku Bexda û Şamê bi caran nerazîtiya xwe li hemberî binpêkirina serweriya xwe ji aliyê Tirkyiê va diyar kirine. Lê operasyona neqanûnî ya Tirkiyê hema wisa didome û Guller di axaftina xwe da ragihand ku hejmareke van kesan li bakurê Iraq û Sûriyê hatine kuştin. Enqere PKK wek cudatîxwaz û alîgirên Fethullah Gulen dijberê cidî yê Partiya serdest nasyar bi FETO wek sebebkarên Darbeya serneketî ya sala 2016an dizane.

Serepeyv