Kanûn 17, 2023 16:37 Asia/Tehran
  • 12 kes li Tirkiyê bi tawana têkiliya bi DAIŞ'ê ra hatin desteserkirin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasyoneke li Stenbolê da, 12 kes bi tawana têkiliya bi koma terorîstî ya DAIŞ'ê desteser kirin.

Kesên desteserkirî bi tawana têkiliya bi koma terorîstî ya DAIŞ'ê ra li Stenbolê gişt welatiyên welatên din in. ev kes di êrîşa hêzên ewlehiyê ser 15 cihên ji pêşvadiyarkirî li 12 taxên Stenbolê hatin desteserkirin.

 

Li gorî vê raporê, ev operasyon di çarçova lêkolîna dozgeriya taybet a têkoşîna dijî terorîsmê û sûcên organîzekirî ya Stenbolê bi cih hatiye.

 

Koma terorîstî ya DAIŞ'ê li gellek deverên Iraq û Sûriyê, piştî derbasbûna Îranê bo nav şerê dijî terorîsmê li ser daxwaza Bexda û Dimeşqê hat jinavbirin û endamên vê koma terorîstî piştî hiulweşiyana wê komê li welatên navçeyê belav bûn.

 

Endamên koma terorîstî ya DAIŞ'ê carinan bi kiryarên xwe yên ne-girîng, xwe nîşan didin û dewleta Tirkiyê jî ku bixwe pêştir tawanbara hevkariya digel vê komê bû, pirrî caran hin raporan derbarê desteserkirina van kesan belav dike.

Serepeyv