Bertekên Serokê Parlemana Tirkiyê li hember dijberiya Amerîkayê bi agirbesa li Xezeyê
Serokê Parlemana Neteweyî ya Tirkiyeyê got: Şerm e ku peyama "Em li dijî agirbesta daîmî ne" ji aliyê Amerîkayê vehat û piştî wê jî Îsraîlê dîsa dest bi êrişên xwe kir.
Numan Kurtulmoş, bal kişand ser wê yekê ku nabe meseleya Îsraîl û Filistînê wek meseleya ku di encama êrişa Hemasê de pêk hatiye bê dîtin û got: Ev pirsgirêk encama çaresernekirina doza adilane ya Filistînê ye ku di bin dagirkeriya Rejîma Îsraîlê de ye.
Kurtolmûş got: Heta şert û mercên weke avakirina dewleta Filistînê bi paytextiya Qudsê li ser sînorên sala 1967`an, derxistina dagirkerên cihû yên dagirker ji mal û gundan û vegerandina wan li xwediyên wan ên sereke û parastina cihên pîroz, bi taybetî jî mizgevta Eqsayê pêk neyê, aştî li Rojavayê Asyayê dê pêk neyê.
Serokê meclisa neteweyî ya Tirkiyê her wiha got: Emê bibin berdevkê gelê mezlûm ê Filistînê û xwestekên wan ên siyasî bi vê wateyê bişopînin û jibo pêkanîna aşitî û tenahiyê li rojavaya Asyayê û damezrandina aşitiya cîhanî hewl bidin.
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê di dewama şerxwzaiyên rayedarên rayedarên Waşîngtonê li navçeyê, li dijî agibesa dayimî li Xezeyê derketiye.