Tirkiye: Sebebkarên cinayetan li Xezeyê zû an dereng dê werin mehekemekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i344789-tirkiye_sebebkarên_cinayetan_li_xezeyê_zû_an_dereng_dê_werin_mehekemekirin
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê êvara Çarşemiyê ragihand, Sebebkarên cinayetan li Xezeyê zû an dereng dê werin mehkemekirin.
(last modified 2023-11-16T04:35:00+00:00 )
Tesrîn 16, 2023 08:03 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Sebebkarên cinayetan li Xezeyê zû an dereng dê werin mehekemekirin

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê êvara Çarşemiyê ragihand, Sebebkarên cinayetan li Xezeyê zû an dereng dê werin mehkemekirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand: Rayedarên îsraîlî ku komkujî derheq filitîniyan pêk anîne mafê xwe tunene derbarê qanûnê biaxivin; ji ber ku Rejîma Îsraîlê rewatiya xwe li ber wijdana mirovahiyê ji dest daye û nikare cinayetên xwe binixûmîne.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê her wiha bi ragihandina vêya ku Enqere hema wisa dê dijayetiya xwe li hemberî tevkujiya li Xezeyê û piştevaniya ji ramana edlane ya gelê Filistînê bidomîne, ragihand: Sebebkarên cinayetên (Îsraîlê) dijî mirovahiyê ku raya giştî ya cîhanê hêrs kirine, zû an dereng dê werin mehmekekirin.

Pêştir Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst wek berteka li hemberî rexneyên Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê ji vê rejîmê li cenga Xezeyê, gotbû: Hin hêz hene ku pişta terorîzmê digirin, yek ji wan Erdogan e ku dibêje (rejîma) Îsral terorîst e; lê pişta hikûmeta terorîstî ya Hemasê digire.