Tirkiyê amadetiya xwe ji bo veguhestina nexweşan ji Xezzeyê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i344548-tirkiyê_amadetiya_xwe_ji_bo_veguhestina_nexweşan_ji_xezzeyê_ragihand
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê amadebûna vî welatî ji bo veguhestina nexweşên penceşêrê û nexweşên din ên hewcemendê lêhişyarbûnên taybet bo Tirkiyê ragihand.
(last modified 2023-11-03T00:49:19+00:00 )
Tesrîn 03, 2023 04:17 Asia/Tehran
  • Tirkiyê amadetiya xwe ji bo veguhestina nexweşan ji Xezzeyê ragihand

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê amadebûna vî welatî ji bo veguhestina nexweşên penceşêrê û nexweşên din ên hewcemendê lêhişyarbûnên taybet bo Tirkiyê ragihand.

Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê teqez kir, ku divê civaka navdewletî yan li mirina nexweşan temaşe bike yan jî ji bo parastina canê wan pêngavên bi bandor hilîne.Koca got, tevî hemû hişyarî û daxwaziyên me yên ji saziyên pêwendîdar û civaka navneteweyî, duh  xebata nexweşxaneya El-SEdaqeyl ya Xezzeyê ji ber dawîbûna sotemeniyê û bombebarana berdewam a Rejîma Siyonîst, hat rawestandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê di nameyekê de daxwaz ji Tedros Adhanom rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Xezzeyê kiribû ku  bila ewlehiya xizmetguzariyên tenduristiyê yên vê navçeyê garantî bike.