Cotmeh 27, 2023 16:47 Asia/Tehran
  • 5 mîlîtanên kurd li bakurê Iraq û Sûriyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê derbarê kuştina 5 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK li bakurê Sûriyê û Iraqê agahî da.

Enqerê navê PKK xistiye nav lîsteya komên terorîst û bi hinceta rawestana li himberî vê komê bi êrişa ser navçeyên bakurê Iraqê û Sûriyê, yekparçeyiya axê ya van du welatan binpê dike.

Bicihbûna neqanûnî ya leşkerên Tirkiyê li navçeyên bakurê Iraq û Sûriyê hertim rastî bertek û nerazîbûnên tund ên gel û hikûmetên van du welatan hatiye.

Bexda û Şam êrişa Enqerê weke dagirkeriyê  dizanin.

NY  jî  bi caran teqezî ser rawestandina êrişên Tirkiyê ser Sûriyê û Iraqê kiriye.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyê, di operasyona leşkerî ya Pencika Qifilê li bakurê Iraq de 2 terorîst û di operasyona leşkerî ya Zeytûnê de jî 3 terorîstên din hatin kuştin.

 Vê wezaretxaneyê teqez kir ku navçeyên bakurê Iraq û Sûriyê ji terorîstan re ne navçeyên ewleh in.

 

 

Serepeyv