Cotmeh 23, 2023 09:23 Asia/Tehran
  • Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan: Hikûmeta Tirkiyê heam ev karî dike ku Hîtler dikir

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di civînekê de bi beşdariya endamên partiya xwe, êrişa hikûmeta Tirkiyê ser navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê û hewldana bo guhertina demografiya navçeyên Kurdnişîn ên vî welatî bi tundî rexne kir.

 

Tûlay Hatem Oglûlarî di civîna Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê HEDEP de,  wekî partiya cîgir bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrişên  vê dawiyê yên  hikûmeta Tirkiyê ser navçeyên kurdnişîn ên  Sûriyê û hewldana bo guhertina demagrafiya  vê navçeyê  protesto kir û sîyaseta hukûmeta tirkiyê derheq kontrolkirina qada taybet  û kesane ya mirovan wek siyaseta Almana Nazî ya serdema Hîtler da zanîn.

 Tûlay Hatem Oglûlarî di dewama axaftina xwe de got ku di van rojên dawî em bûn şehedê  êrişên berfireh ên Îsraîlê ser Filistîniyan  ku ev  nîşan dide ku qonaxeke nû ya şer dest pê bûye.

Wê got: Hikûmeta Tirkiyê li Sûriyê j hema ev karî dike  ku rêjîma Israîlê li Xezzeyê dike.

 Vê rayedara Kurd a Tirkiyê  bal kişand  ser vê yekê  ku  2 milyon kes lizîvala Xezzeyê di halê şerê li himbre Îsraîlê ne û got, êrişa ser Xezzeyê nayê qebûlkirin, di vî şerî de can û bedena jinan ji hev perçe dibe.

 Tûlay Hatem Oglûlarî bal kişand ser hevdavbûna şerê Îsraîlê li Xezeyê û êrişên  Tirkiyêser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: Li navçeyên kurdnişîn  ên Sûriyê fabrîke, pîşesaziyên niftê, nexweşxane, benzînxane, dibistan û hemû cihên sivîlan hatine bombebarankirin.

Serepeyv