Kurdên Tirkiyê li hinek gundan bi kengirokan debara jiyana xwe dikin
Li Tirkiyê hinek gundî ji bo debara xwe gelek karên cuda dikin û yek ji wan karan jî komkirina kengirokan e.
Kengirok tovê kengirê ye. Kengir dema hişk dibe gundî jî wî tovî kom dikin û difiroşin bazirganan.
Kengirok li devera Colemêrgê wekî kengiroşk an jî dendeloşk tê binavkirin.
Hinek malbat debara xwe bi kengirokan dikin
Ew kar bi taybetî li devera Colemêrgê tê kirin û hinek xelkên gund debara xwe bi komkirina kengirokan dikin.
Xelkê deverê bi taybetî demsalên bihar û payizan ji bo komkirina çend core tov û giyayan berê xwe dide deverên çiyayî.
Hinek malbat ji bo komkirina kengirokan berê xwe didin geliyê Doskiyê.
Payîzê dema komkirina kengirokan dest pê dike
Kengirên biharê şîn dibin ber bi payîzê ve zer dibin û dendik ji nava kengirê derdikeve.
Gundî jî wan dendikan kom dikin û difiroşin bazirganan.
Li Gever, Şemzînan, Çelê, Rubarok û Colemergê kêm zêde li hemû gundan kengirok tên komkirin.