Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê: Naskirina pênaseya sebebkarekî êrîşa Şemiyê û zeftkirina hejmareke zehf a çekan li erebeya wan
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê qala naskirina pênaseya sebebkarekî êrîşa xwekujiyê ya Yekşemiyê li ser avahiya vê wezaretê kir.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku ev kes endamê PKK'yê bûye.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê her wiha ragihand ku gellek çek di erebeya sebebkarên êrîşa xwekujiyê da hatine zeftkirin.
Di dewama daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê da hatiye, Em di sehkirina erebeya bikarhatî di vê êrîşê da têgihîştin ku kesek bi navê Mîkaîl Bozlaxan teknesiyenê pizîşkiya ajelan li şaristana Doliyê ya parêzgeha Qeyseriyê ji aliyê van terorîstan va hatiye kuştin û erebeya wî hatiye dizîn.
Di lêgerînên pêkhatî li cihê êrîşê 9 hezar û 700 gram teqemenî, 3 narincokên destî, roketavêjek, kulteke kemberê û çekeke lole bilind hatiye dîtin û zeftkirin.