Cotmeh 02, 2023 08:08 Asia/Tehran
  • PKK berpirsiyariya êrîşa terorîstî ya li Enqereyê girt istûyê xwe

PKK berpirsiyariya êrişa terorîstî li paytextê Tirkiyê girt istûyê xwe.

Medyayên xwecihî yên Tirkiyê siba Yekşemê derbarê êrişeke terorîstî li nêzîkî Wezareta Navxwe û Parlemana Tirkiyê li Enqerêagahî dan  û ragihandin ku 2 sebebkarên êrişê hatine kuştin û 2 polîsên Tirkiyê jî birîndar bûn.

Şeva borî PKKê berpirsatiya êrişa terorîstî ya li Enqereya paytexta Tirkiyê  da istûyê xwe.

Elî Yerlî Kaya, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bal kişande ser wê yekê ku ew teqîn êrişeke terorîstî ye û got, 2 terorîstan bi otomobîlekê li ber deriyê deriyê dayireya Giştî ya Ewlehiya Wezareta Navxweyî bombe teqandin. Yek ji terorîstan xwe teqand û êrîşa duyemîn hat bêencamkirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî wek berteka li himberî êrişa terorîstî ya Enqerê de got: Terorîst îro têk çûne û terorîst dê hertim negihin armancên xwe.

 

منبع خبر

Serepeyv