Îlon 21, 2023 11:33 Asia/Tehran
  • Piştî hevdîtina Erdogan digel Netanyahû rexneyên dijî wî gurtir bûn

Hevdem digel hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê digel Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li "Mala Tirkan" a New Yorkê, rexneyê ji wî li nav û derveyî welêt gurrtir bûne.

Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê li avahiya nasyar bi Mala Tirkan li New Yorkê digel Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê da Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve, Alb Erselan Bayraktar Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî, Omer Çelîk Berdevkê AKP'yê, Îbrahîm Kalîmn Serokê MIT'ê, Fexredîn Altûn Rêveberê Navenda Têkiliyan a saziya Serokkomartiyê, Akif Çaxatay Qilîç Şêwirmendê Payebilind ê Serokkomarê Tirkiyê jî hebûn.

He çend ku navenda Ragihandinê ya Saziya Serokkomartiya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Di vê hevdîtinê da peywendiyên siyasî û aborî yên dualî, dawîn alûgorên navçeyî û navneteweyî û kêşeya navbera Îsraîl û Filistînê hatiye vekolandin, lê karzanên meseleyên Rojhilata Navînê van siyasetên Erdogan wek Durûtiya Siyasî bi nav dikin.

Erdogan di rewşekê da digel Netanyahû hevdîtin pêk anî ku bi navbirea çend saetan ji vê hevdîtinê li axaftina xwe ya li Civata Giştî ya NY'yê da tevî amajeya bi meseleya Filistînê, got: "Aştiya dayîm li Rojhilata Navînê tenê bi rêkara dawî ji bo meseleya Filistîn û Îsraîlê pêkan e. Ji bo Îsraîlê ne mumkin e ku aştî û ewlehiya ku dixwaze bi dest bixe, meger ku welatekî filistînî yê serbixwe û yekparçe ji hêla cografiyê va li gorî sînorên 1967an were îcadkirin."

Karzan bawer in, Erdogan hema wisa ku di cenga Ukraynê da rola aştîker dilîze û di rastiyê da sûda wî di vî şerî da heye, di mijara Filistînê da jî, hevdem hem qala aştiyê dike û hem jî peywendiyên xwe digel Îsraîlê bihêztir dike.

L nav Tirkiyê jî misilman û alîgirên Filistînê ji vê hevdîtina Erdogan digel Serokwezîrê Rejîma Siyonîst nerazî ne û Erdogan bi xapandinê tawanbar dikin.

 

Serepeyv