Îlon 16, 2023 19:38 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em dikarin rêya xwe û Yekîtiya Ewropayê ji hev veqetînin

 Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê hewl dide ji Tirkiyeyê qut bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyib Erdogan li ser mijara Yekîtiya Ewropayê got:

“Di vê serdema de ku Yekîtiya Ewropayê gavên veqetîna ji Tirkiyê diavêje, em jî dê li hemberî van pêşhatan nirxandinên xwe bikin û eger hewce bike em dikarin rêya xwe û Yekîtiya Ewropayê ji hev veqetînin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan berî geşta xwe ya Amerîkayê li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan dê ji bo beşdariya Gotûbêjên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biçe Amerîkayê ku dê li New Yorkê bi rê ve biçe.

Berî çend rojan Parlamentoya Ewropayê raporek li ser Tirkiyeyê pesend kiribû û gotibû:

“Heta ku Hikûmeta Tirkiyeyê rotaya xwe bi awayekî mezin neguhere, pêvajoya Tirkiyeyê ya endamtiya Ewropayê di şert û mercên heyî de berdewam nake.”

Serepeyv