Îlon 16, 2023 19:36 Asia/Tehran
  • 814 akademîsyen, nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên Tirkiye  piştîvaniya xwe ji Sezgin Tanrikulu re ragihand

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu çend roj berê di bernameyeke televîzyonî de behsa tawan û komkujiyên artêşa Tirkiyeyê yên li bajarên kurdnişîn kiribû.

 

Tanrikulu diyar kiribû ku tawanên artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan hatine piştrastkirin.

Tanrikulu ji wê demê ve bûye armanca rexneyên desthilatê û beşeke ji mixalefetê.

Herwiha partiya wî jî xwedî lê derneketibû.

Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser gotinên wî yên li ser Artêşa Tirkiyeyê derbarê Sezgîn Tanrikulu de fezleke amade kiribû û şandibû Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.

814 kesên ku di nav wan akademîsyen, nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên naskirî hene bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da Sezgîn Tanrikulu.

Serepeyv