Îranê Komîserê Mafên Mirovan derheq destdirêjiya Amerîkayê hişyar kir
Balyoz û Nûnerê Dayîmî yê Îranê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Jênêvê, di nameyekê da bo Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, xwest ku êrişên Amerîkayê yên li ser binesaziyên ne-leşkerî yên Îranê bi awayekî eşkere bên şermezarkirin.
‘Elî Behrêynî’ tevî tekeziya li ser dijayetiya van êrişan digel qanûnên navneteweyî ragihand ku, van kiryaran ji bilî şehîdkirina hejmareke welatiyên sivîl, ziyanên berfireh li binesaziyên bingehîn ên welêt xistine. Di vê nameyê da, êrişa ser hesinrêya Tehran-Meşhedê, tesîsên berhemanîna ava vexwarinê ya Îlamê, sîloyên gênim, keştiyên masîgiriyê, deverên derdora Nexweşxaneya Beqayî ya Ehwazê û Balafirrgeha Simnanê, wek cihên ziyandîtî hatine destnîşankirin. Balyozê Îranê herwiha rexne li bêdengiya Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan li hember van êrişan girt û hişyarî da ku nebûna bertekeke vebirr, dikare vê hizrê çêbike ku piştevaniya ji mafên mirovan û bicihanîna qanûnên navneteweyî li gorî bijartin û Îstîsnakirina babetan pêk tê.