Îlon 11, 2023 07:49 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokên Tirkiye û Misrê piştî 12 salan qutbûna peywendiyan

Serokkomarên Tirkiye û Misrê piştî 12 salan qutbûna peywendiyên du welatan li rex Komcivîna Serokên Koma 20 li Dehliya Nû ya paytexta Hindistanê hevdîtin pêk anîn.

Receb teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê û Ebdul-Fettah El-Sîsî Serokkomarê Misrê di vê hevdîtinê da li ser peywendiyên dualî, zêdekirina  asta danûstandinên bzirganî, hevkarioya nû di arê enerjî û meseleyên navçeyî û cîhanî axivîn.

Erdogan di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi tayînkirina balyozên du welatan, got: Peywendiyên Enqere û Qahireyê derbasî qonaxeke nû bûye û hêvî heye ku herî zû bigihêje asta şayanî xwe.

Qahireyê Tirkiyê bi desterdana li karûbarên navçeyê nemaze karûbarên welatên erebî tawanbar kiriye û ev zêdetirî dehsaliyekê ye ku peywendyên xwe bi vî welatî ra qut kirine; lê niha Qahire û Enqere piştî derdoa 12 salan qutbûna peywendiyan hewl didin bi rakirina nakokiyan û lihevnêzikkirina nêrînan ji vê qonaxê derbas bibin û peywendiyên xwe asayî bikin.

 

Serepeyv