Îlon 04, 2023 08:01 Asia/Tehran
  • Civata Rojnamevanên Dîcle Firatê: Li Tirkiyê 59 rojnamevan li zindanê ne

Civata Rojnamevanên Dîcle Firatê navê 59 rojnamevanên hewskirî li Tirkiyê belav kir û hebûna ewqas rojnamevanên girtî di sedsala 21’an de sedema şermê bo hikûmeta Tirkiyê da zanîn..

 

Civata Rojnamevanên Dîcle Firatê di rapora xwe ya meha Tebaxê de ragihand ku bi girtina 3 rojnamevan û nivîskarên din di meha Tebaxê de, hejmara rojnamevanên di girtîgehên Tirkiyê de gihîştiye 59 kesî.

Di vê raporê de, bi boneya 1’ê Îlonê Roja cîhanî ya Aştiyê  de hatiye:

Di halekî de ku gelek rojnamevan Tirkiyê di girtîgehê de ne, em nikarin li vî welatî derbarê azadiya  bîr û hizran û azadiya raderbirînê biaxivin. lê dîsa jî zêdebûna hejmara  rojnamevanên girtî li Tirkiyê dilnigeraniyên me zêde kirine. 

Li gorî  vê raporê, tenê di meha Tebaxê de 3 rojnamevanên din li Tirkiyê hatine girtin û hewsîkirin.

 

Serepeyv