Tebax 29, 2023 17:27 Asia/Tehran
  • Şiroveya Fexredîn Koca derbarê qeydnekirina zimanê kurdî li ser sîstema elektronîk a Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê

Fexredîn Koca ragihand ku 5 zimanên biyanî ji bo geştyar û nexweşên biyanî li sîstema elektronîk hatine zêdekirin.

 

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca duh li ser hesaba xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema elektronîkê zêde kirine.

Nebûna Kurdî di nav wan 5 zimanên ku li ser sîstema elektronîk hatine zêdekirin, bû sedema nerazîbûnan.

Koca ragihand ku ew 5 ziman ji bo nexweşên biyanî û geştyaran hatine zêdekirin û got:

Ji bo nexweşên li Tirkiyeyê jî zimanê Tirkî hatiye hilbijartin.

 Duh Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê, HDP wek berteka li himber paşguhkirina zimanê Kurdî di sîstema nû ya xizmetguzariya elektronîk ya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê de, ji Wezîrê kurdziman ê hikûmeta AKPê pirsî ku çima hûn li hember vê xemsariyê bertek nîşan nadin?

Serepeyv