Tebax 25, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • Hişkesalî li Tirkiyê û kêmbûna ava bendavên Stenbolê

Stenbol bi dû hişkesaliya li Tirkiyê û daketina zêde ya asta avê li bendavan rastî kêmasiya cidî ya avê hatiye.

 

Ava bendavên ku avê digihînin bajarê Stenbola Tirkiyê,  sedî 31 kêm bûye û navçên derdora bendava Elî Bey a navçeya Sultan Qazî ya Stenbolê bi temamî hişk û ziwa bûne.

Li gorî amarên Dayireya  Avê ya Stenbolê di meha Gulanê de, asta avê li  bendavên  ku ava Stenbolê dabîn dikin, sedî 49 bûye.

Li gorî amaran, ava bendava Elî Bayê hefteya buhurî ji sedî 16 daketiye 14-an.

Rayedarên têkildar ji xelkê  Stenbolê xwestin ku avê raçav bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ava 6 bendav ji 10 bendavên ku avê digihînin bajarê Stenbolê, gihîştiye  bin sedî 20ê .

Di van salên dawiyê de, Tirkiyê li ser çemên ku ji vî welatî derbas dibin, gelek bendav çêkirine û  ava van çeman bi temamî girêdane û welatên derdorê rastî gelek pirsgirêkên hatine.​

Serepeyv