Tebax 25, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • Dubarekirina îdiayên Erdogan di salvegera damezrandina AKPê de

Serokomarê Tirkiyê di salvegera damezrandina partiya xwe de soza Tirkiyeya aşitîxwzatir da xelkê welatê xwe.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di merasima 22-emîn salvegera damezrandina Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, rêz li pêşketin û azadiyên ku di serdema serokatiya partiya wî  de li Tirkiyê hatine bidestxistin, girt û car dinê soz da ku di dema serokatiya wî de Tirkiye bihêztir û aşitîxwzatir derkeve holê.

Erdogan di vê merasimê de îdia kir ku di 22 salan desthilatdariya wî û partiya wî de, Tirkiyê  dewraneke  nû ya demokrasî û azadiyê tecrube kiriye û got: di heyamê  desthiladdariya me ya 22 salî de, Tirkiyê dewreyeke nû ya demakrasiya zêdetir, azadiyên zêdetir û geşatiya aborî ya zêdetir destpê kir. 

 Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Me di dema desthilatdariya xwe li Tirkiyê de, me karî çendîn beramber  xizmetên ku hikûmetên beriya me di warê perwerdehî, tenduristî, dadwerî, ewlehî, tranzît  pîşesazî, aborî, cotkariyê  di hemû waran de raber kiribûn bidin xelkê. 

Ev îdiayên Erdogan di halekî de tên hilêxistin ku di serdema desthilatdariya wî li Tirkiyê , li gorî  gotina karzanan,serkutkirina kurdên Tirkiyê zêdetir bûye, siyaseta êrişkeriya Tirkiyê li  navçeyê berfirehtir bûye û qeyrana  aborî û darayî li Tirkiyê jî zêdetir bûye.

Ji aliyê din ve  di halekî de  qeyrana aborî ya Tirkiyê di mehên dawî degiran  bûye û bernameyên Erdogan ji bo kontrola qeyranê heta niha ti encameke xwe tinebûne, Banka Navendî ya Tirkiyê asta  faîzê  750 jorde bir  û gîhand  sedî 25 ê 

Bi vî awayî li Tirkiyê di 3 mehên dawî de asta faîzê  gihêşt 16,5 ê.

Komîteya siyaseta  pereyê ya  Banka Navendî ya Tirkiyê ku bo cara  sêyê  bi serokatiya Hefîze Qaye Erkan de hat damezradin, asta faîza bankê 750  zêde kir û b gîhan sedî  25 ê . Bi vî awayî li Tirkiyê asta  faîzê gihêşt asta xwe  herî zêde ya 4 salên derbasbûyî. 

 

Serepeyv