Tebax 24, 2023 17:38 Asia/Tehran
  • Erdheja pênc rîştêrî li Tirkiyê

Erdhejeke 5 rîşterî parêzgeha Meletiyê ya li rojhilate Tirkiyê hejand.

 

Saziya Rêveberiya bobelatên Xwezayî û Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD)  ragihand ku ev erdhej li 7 kîlomêtriya  binê erdê da rû da û navenda wê li herêma Yeşîl Yortê bûye.

Piştî erdhejê gelek kes daketin kolanan. Ew erdhej  li Qehreman Maraş , Adiyaman, Riha û Gazîenteb jî hat hîskirin.

Heta niha ti raportek derbarê  ziyanên vê erdhejê nehatine weşandin û  hêjayî gotinê ye ku beriya çend mehan (6ê Sibatê) du erdhejên bihêz bi pileya zêdetirî heft rîştêrê Tirkiyê hejandibûn. Di encama vê erdhejê de, li Tirkiyê zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Serepeyv