Li bakurê Iraqê leşkerekî artêşa tirk hat kuştin
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku serbazekî vî welatî li bakurê Iraqê hat kuştin.
Wezareta berevaniya neteweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonên hêzên çekdar ên Tirkiyê li dijî PKKê li devera Pencikacê kilîlê li bakurê Iraqê serbazekî Tirkiyê hat kuştin.
Enqerê koma PKK daniye nava lîsteya komên terorîst û bi mehneya rawestaa li ber van komana, bi êrişa ser navçeyên bakurê Iraq û Sûriyê, yekperçetiya axê ya van her du welatan binpê dike.
Mayîna neqanûî ya ya leşkerên Tirkiyê li navçeyên bakurê Iraq û Sûriyê hertim rastî bertek û dijberiya tund a gel û hikûmetên van du welatan hatiye.
Bexda û Şam êrîşa Enqerê weke temsîleke eşkere ji dagirkeriyê bi nav kirin. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî çendîn car tekezî li ser rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Sûriyê û Iraqê kiriye.