Tebax 24, 2023 08:17 Asia/Tehran
  • Li rojavayê Tirkiyê ji ber şewata giran 10 gund hatin valakirin

Şewata giran li navçeyên rojavayê Tirkiyê ku ji duh va dest pê kiriye, heta niha jî berdewam e, ji ber tirsa belavbûna agir, hezar û 251 kes ji 10 gundên parêzgeha Çanak Qeleyê terka malên xwe dane û ber bi deverên ewleh ve hatine veguhestin.

Elî Yerlî Kaya, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand, ji bo vemirandina agirê li navçeyên parêzgeha Çanak Qeleyê hezar û 700 kes, 8 firoke û 26 helîkopterên vemirandina agir, 240 tankerên avê, 71 tankerên hilgirtina avê û 173 mekîneyên din hatine bikaranîn.

Ji ber şewatê heta niha 83 kes bi gazê ketine û dermankirina 48 kesan jî didome.

  Îbrahîm Yumakli Wezîrê Cotkarî  û Daristanan ê Tirkiyê di serdana xwe ya navçeyê,  kêmbûna şeh û nêma hewayê, zêdebûna germahiyê û tundiya bayê ji sedemên rûdan û gurrbûna şewatê li navçeyên rojavayê Tirkiyê dan zanîn û got: ji duh ve heta niha 29 şewat li daristan û mêrgên rojavaya Tirkîyê rû dane,

Ji ber giraniya agir û bayê tund li navçeyê, hin bajarok û gundên ser riya agir ji tirsa belavbûna agir tên valakirin

Heta niha agir bi 1500 hektar ji deverên daristan û mêrgên rojavayê Tirkiyê ketiye û di encamê de li rêya Çanak Qela-Çanê  pêşiya hatin û çûyîna trimbêlên xelkê  hatiye girtin.

Serepeyv