Tebax 17, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Dewama qeyrana hişkesaliyê li Tirkiyê

Dewama qeyrana hişkesaliyê li Tirkiyê bûye sebeba daketina asta ava bendav û golên vî welatî.

Daketina asta ava 10 bendavên dabînkirina ava Stenbolê bo bin sedî 33,5, berpirsên Tirkiyê derbarê dabînkirna ava bajêr di mehên bê da nîegran kirine û di vê navberê asta ava şeş bendavan jî daketiye bin sedî 20î.

Pisporên avê li Tirkiyê gotine aniha derdora 291 miliyon metrekûp av li paş bendavên Stenbolêî heye ku tê pêşbînîkirin herî pirr heta 100 rojî  bersiva dabînkirina avê ji bo xelkê be.

Rêveberiya Av û Rêjavê ya Stenbolê ji niştecihên vî bajarî xwestiye bi tamîrkirina pergala boriyan û sazkirina kêmkerên mesrefa avê, alîkar bin.

Di vî halî da rewşa hişkesaliyê li navçeyên rojhilatê Tirkiyê jî qeyranî ye.

Ava gola Wanê ji ber kêmbûna barînê, zêdebûna germahiya hewa û asta zêde ya hilmbûna avê, bi awayekî bêmînak daketiye û bûye sebeb masîgir ji bo debara jiyana xwe tûşî nîgeraniyê bibin.

 

Serepeyv