Tîrmeh 30, 2023 19:48 Asia/Tehran
  • Ofîsa Îxwanul-Muslimînê li Tirkiyê hat girêdan

Tirkiyê Ofîsa Îxwanul-Muslimînê li vî welatî girêda.

Li gorî nûçeya Tasnim News'ê, Rojnameya Yenî Asyayê îro tevî amajeya bi hewldana Enqereyê ji bo asayîkirina peywendiyan digel Misrê, nivîsî: Ofîsa Îxwanul-Muslimîna Misrê li Tirkiyê hat girêdan.

Ji Adara 2023an va ku rayedarên ewlehiyê yên Tirkiye û Misrê gotûbêj dikin, rêberên Tevgera Îxwanul-Muslimîna Misrê ku li Tirkiyê dimînin ketine bin zextê û ji medyayên wan ra destûr hatiye dayîn ku li dijî rayedarên Misrê tiştekî nenivîsin.

 

Serepeyv