Tîrmeh 28, 2023 17:19 Asia/Tehran
  • Şîndariya şeva Aşûraya Îmam Hisên (S) li Enqereyê

Îranîyên niştecihên Tirkiyê û hogirên Ehlê Beytê (S) li vî wlatî di şeva Aşûrayê da şîn girtin.

Şîndarên Îmam Hisên (S) li Enqereya paytexta Tirkiyê jîhevdem digel aşiqên Îmam Hisên (S) li seranserî cîhanê di salroja şehîdbûna wî û hevrêyên wî yên wefadar li deşta Kebelayê şîn girtin û nûhe xwendin.

Li Stenbolê jî hogirên Ehlê Beytê bi boneya Tasûa û Aşûraya Îmam Hisên (S) şîndarî kirin û rêz li Îmam Hisên û hevrêyên wî yên sozdar girtin.

Li merasima şîndarîya Aşûrayê li Stenbolê alaya Hisênî wek nîşaneyek ji destpêka Miherremê tê bilindkirin û bi hezaran kes ji hezkiriyên Ehlê beytê Pêxemberê Îslamê (S) ji bo rêzgirtina Aşûrayê kom dibin.

Qada Mizgefta Zeynebiye û kolanên derdora wê tijî ji şîndaran dibe.

Xelk li parêzgehên cûrbicûr ên Tirkiyê Aşûrayê bi bîr tînin û hogirên Ehli beytê beşdarî meclîsên tazîdariyê dibin.

 

Serepeyv