Tîrmeh 28, 2023 09:14 Asia/Tehran
  • Îdiaya Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê ya kêmkirina enflasyonê heta dawiya salê

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê îdia kir ku asta enflasyonê li vî welatî dê heta dawiya sala 2023an dakeve.

Hafiz Gaye Erkan Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê îdia kir ku asta enflasyonê li vî wlatî heta dawiya sala 2023an dê dakeve û kiryarên pêwîst ji bo vê pêvajoyê dest pê bûne.

Civîna ragihandinê derbarê rapora sêyem a enflasyonê li Banka Navendî ya Tirkiyê hat lidarxistin û di vê civînê da Hafiz Gaye Erkan Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê got, Heta wê demê ku asta enflasyonê danekeve, em ê asta pereyên li bazarê hêdî hêdî kêm bikin. Wê her wiha got, Niha em di qonaxa beriya heyama daketina rêjeya enflasyonê û tesbîtjkirina bihayan in.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê di dewamê da îdia kir ku ev welata jibo destpêbûna pêvajoya kêmkirina asta enflasyonê di sala 2024an da amade dibe.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê her wiha îdia kir ku zimhêrên vê bankê zêde bûne; di halekî da ku beriya vêya bi caran hatiye ragihandin ku bi dewama qeyrana aborî û zêdebûna asta enflasyonê li Tirkiyê zimhêrên pereyên biyanî yên Banka Navendî ya vî welatî jî kêm bûne.

 

Serepeyv